Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê: Metirsî li ser çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê ragehand, “Ji ber guhertina seqayî, metirsî li ser çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê heye”.

Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê Dr. Karwan Sebah Hewramî ji K24ê re ragehand, “Gelek awayên hişkesaliyê hene, wekî hişkesaliya haydirolojî, hişkesaliya çandinê û hişkesaliya kêmbûna avê”.

Got jî, “Ev çend sal in em di nav guhertina seqayî da ne, ku gelek hişkesalî tê de dubare dibe”.

Herwesa amaje da, “Di 20 salên borî de hişkesalî zêde bûye, bi rengekê giştî av kêm bûye, pareka wê peywendî bi guhertina seqayî re heye, pareka dî peywendî bi daxwazî û xwastekên avê li nik welatiyan re heye”.

Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê tekez jî kir, “Herwesa peywendî bi pirojeyên welatên cîran re jî heye, bi rengekê giştî kertê avê pêdivîtî bi giringiyeka zêdetir ji hemî aliyan ve heye”.

Dr. Karwan Sebah ragehand jî, “Bi rengekê giştî metirsî li ser çavkaniyên avê yên Herêma Kurdistanê heye”.

Amaje da sedemên hişkesaliyê û got, “Ji ber guhertina seqayî, bandoreka zêde li ser çavkaniyên avê hebûye û kêm kirine, di demekê de ku daxwazî û hejmara akinciyan ber bi zêdebûnê ve ye”.