Rêber Ehmed: Iraq û Herêma Kurdistanê li ser parastina penaberan berdewam dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî 200 hezar penaberên Sûrî li Iraq û Herêma Kurdistanê hene û got: “Em di warê hewandina penaberan de li Iraq û Herêma Kurdistanê serkeftî bûne.”
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ku serokatiya şandeke Iraqî li Korbenda Cîhanî ya Penaberan li Cenêvê dike di gotarekê got: “Pêleke penaberan ji welatên cîran berê xwe dane Iraqê û Herêma Kurdistanê û beşeke mezin li kampan hatine bicihkirin.”
Amaje bi wê jî kir: “Li Iraqê em şanaziyê bi destkeftên ku Herêma Kurdistanê bidest xistine dikin. Herwiha em di warê hewandina penaberan de jî, serkeftî bûne.”
Rêber Ehmed got: “Li welatê me destûra federal û Herêma Kurdistanê ligel civaka navdewletî û rêxistinên din hevaheng in ji bo xizmetkirina penaberan, me ewlehî û piştevanî ji bo mayîna penaberan li Iraqê kiriye.”
Da zanîn jî: “Me li gorî yasayên navdewletî, rewşeke pir baş ji bo penaberan dabîn kiriye. Eger ew bixwazin bi dilxwazî vegerin, ev erkekî exlaqî ye ku di destûra Îraqî ya sala 2005an de hatiye çespandin, ku yek ji wan welatan e ku qanûnek ji bo parastina penaberên ku diçin wî welatî misoger kiriye.”
Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê got, divê penaber dilxweş bibin û ji hemû xizmetên wekî tenduristî, perwerde û hemû beşên din ên jiyanê sûd werbigirin.
Rêber Ehmed got jî: "Wezareta Navxwe ya Iraqê yasayek amade kiriye ji bo birêkûpêkkirina mafê penaberiyê. Ji bo diyarkirina van yasayan, komîteyeke me ya taybet heye, ku divê li gorî Komîsyona Bilind a Penaberan yek bigire.”