Fesîh Gundogar 40 sal in sembolên Diyarbekirê çêdike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, hosteyekî kevirbir ku 40 sal in bi çêkirina sembolên Diyarbekirê tê naskirin, ji bilî sembola navçeya Sûrê ku di nav camekanekê de tê pêşandan, dest bi çêkirina birc û sûran kiriye. Bircên ku bilindahiya wan bi qasî metreyekê ne, ji aliyê welatî û geştiyaran ve rastî eleqeyeke baş tên.

Hosteyê kevirbir Fesîh Gundogar, 40 sal in ku bi çêkirina sembolên Diyarbekirê balê dikişîne ser pîşeya xwe. Hosteyê ku 21 sal û 21 roj li ser vê sembola navçeya Sûrê ya Diyarbekirê xebitiye, di serî de tax bi tax kifşa kuçe û kolanan kiriye, piştre li gorî nexşeyê; di nav sûran de 4 hezar û 21 xanî û 44 mizgeft, medrese, dêr û mescîdên dîrokî bi cih kirine. Hoste Fesîh Gundogar, li ser vê xebata ku 8 sal in ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tê pêşandan, van agahiyan dide:

Fesîh Gundogar ji K24ê re got: “Ji sala 1984an û bi vir ve ez van sembolan çêdikim. Pîşeya min a berê, çêkirina motorên maşînan bû. Min di sala 1993an de sembola Kervan Sarayê çêkiribû. Di sala 1995an de ew sembol ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve hat ecibandin û ez li şaredariyê ketim kar. Min ji wê salê bi şûn ve li şaredariyê ev kar dewam kir. Ev sembol, li gorî teşeyê 100 sal berê yê navçeya Sûrê hatiye çêkirin. Ji bo çêkirina vê xebatê, zanîna matematîkê, zanîna destkariyê û zanîna teknîkî divê.”

Fesîh Gundogar, piştî eleqeya zêde ya welatiyan û geştiyarên ku serdana bajêr dikin, niha jî dest bi çêkirina birc û sûrên Diyarbekirê kiriye ku bi mezinahiya xwe deh qat ji sembola Sûrê ya tê pêşandan mezintir e. Hoste Fesîh hemû nexş û sembolên li ser bircan bi hûrbîniyeke wisa bi teşe dike ku tu ferq û cudahî di navbera sûrên sembolî û yên rastî de nemîne.

Fesîh Gundogar dibêje: “Min di sala 2016an de ew xebata xwe bi dawî kiribû, piştre min dest bi vê xebata xwe ya mezin kir. Ev xebat, bi kevirê bazalt çêdibe. Min pîvana xebata xwe ya berê, 250 car biçûk kiribû. Min pîvana vê xebata xwe 25 car biçûk kir. Ango ez her metreyekê veduguherînim 4 santîman. Ez hemû keviran bi pereyan dikirim. Piştî ku bi dawî bû, dê 67 metre dirêjahî û 48 metre jî ferahî be. Ji bo pêşandana vê xabatê jî dê herî kêm 7-8 donim zevî hewce be.”

Ji bilî van xebatan, 70 cure sembolên Diyarbekirê jî dîsa bi hunera destê Hoste Fesîh derdikevin holê da ku ji bo geştiyaran bibin bîranînên Diyarbekirê. Geştiyar jî vê xebatê hêja dinirxînin û dixwazin ku ev huner bibe qadeke pîşeyî û li her bajarî belav bibe.

Geştiyar Tûran Guneş: “Hem wekî niştecihekî Diyarbekirê hem jî wekî geştiyarek ku 25 sal in ez li Fransayê dijîm, em hatin bajarê xwe. Ji bo em bîranînên xwe geş bikin, em li nav Sûrê digerin. Helbet xebata Fesîh Beg gelek balê dikişîne. Ev ked e û kedeke bêhempa ye. Ev xebat wekî Diyarbekiriyekî, rûmeta me ye. Lewra em li xerîbiyê, li ser van xebatan gelek diaxivin û pê kêfxweş dibin.”

Fesih Gundogar, piştî bi dawîbûna vê xebata sûr û bircan, dê li ser berhemên din ên navçeyê bixebite. Hosteyê ku bi hezkirin vî karî dimeşîne, dixwaze ku ji nifşê nû re jî bibe mînak û ev pîşe berdewam bike.