Hewramanî: Reftara niha ya Bexdayê li hember Kurdistanê ne li gorî destûrê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî radigihîne, Reftara niha ya Bexdayê bi Herêma Kurdistanê re dike, ne lihevkirin, hevparî û pabendbûna bi destûrê ye.” 

Hewramanî di konferanseke rojnamevanî de, ragihand, biryar bû îro çarşemê 13.12.2023 şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana bajarê Bexdayê bikira, lê ew serdan hat paşxistin.

bal kişande ser wê yekê ku şanda danûstandinan a Herêma Kurdistanê dê piştî bidawîhatina bihnvedana sersala nû, serdana Bexdayê bike, da ku kêşeyan bi awayekî rîşeyî werin çareserkirin.

Got: “Fişarên ku Bexdayê li ser welatî û karmendên Herêma Kurdistanê dimeşîne, bi vî awayî berdewam nabin. Aramiya hikûmet û welatiyên Herêmê nemaye. Niha dem hatiye ku aramiya Herêma Kurdistanê li hember vê rewşê raweste.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, niha ti niyazeke cidî ya hikûmeta federal ji bo çareserkirina kêşeyên hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandina mûçeyan nayê dîtin.

Diyar kir jî: “Reftara niha ya Bexdayê bi Herêma Kurdistanê re dike, ne lihevkirin, hevparî û pabendbûna bi destûrê ye û bi ti ol û prensîpên demokratîk û mirovî re nagunce.”

Tekez kir jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva hemû pirsên Bexdayê daye, bi taybetî pirsên girêdayî petrolê û deriyên sînorî, lê aliyê Iraqî pabendî rêkeftinên xwe yên ligel Herêmê nebûye.”

Hewramî dubare kir ku aramiya Herêma Kurdistanê li hember riftarên Bexdayê dê sînordar be, bi taybetî piştî ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi nivîsa fermî daxwaz ji hikûmeta federal kir ku sê mûçeyên din bide karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lê heta niha ti bersiveke fermî û cidî wernegirtine.