DEM Partî û CHP pirsa hilbijartinên şaredariyan gotûbêj dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê CHPê û Hevserokên Dem Partiyê li ser pirsa hilbijartinan civiyan. Dem Partiyê ragihand, divê hemû aliyên demokratîk li ser projeyên aştiyê diyalogeke vekirî li ser çareserkirina pirsgirêkan bikin. Serokê CHPê jî got, ew ji bo pîrozkirina hevserokan hatiye, lê dema hatiye, wî behsa hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê jî kiriye.

Serokê Giştiyê CHPê Ozgur Ozel û şanda pê re li Enqereyê serdana Navenda Giştiya DEM Partiyê kir. Şanda CHPê ligel Hevserokan Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullarî civiya. Hevserokê DEM Partî da xuyakirin, ew girîngiyeke mezin didin diyaloga di navbera partiyên siyasî de.

Hevserokê Dem Partî Tuncer Bakirhan got: “Hevdîtineke berhemdar bû. me behsa qeyrana Aborî, demokrasî, pirsa Kurd, qeyum, jîngeh û hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê kir. Em dibêjin, partiyên siyasî divê pirsgirêkan bi diyalog û hevdîtinan çareser bikin. Niha zêdetir pêwîstî bi diyalogê heye.”

Ozgur Ozel ku berî zêdetir ji mehekê wek serokê nû yê CHPê hatiye hilbijartin da xuyakirin, ew bo pîrozkirina hevserokên nû serdana DEM Partiyê kiriye, lê dema hatiye, wan behsa hemû kêşe û pêşhatan jî kirine.

Serokê Gişti yê CHP Ozgur Ozel got: “Diyaloga di navbera partiyên siyasî de, ji bo demokrasiya welat, berhemdariya parlamentoyê û aştiya civakî bereke bingehîn e. Di vê civînê de me behsa Tirkiye, cîhan û demên pêş xwe kir. Diyaloga me dê berdewam be û em diyalogên wiha bo demokrasiya Tirkiye baş dibînin.”

Hevseroka DEM Pariyê Tulay Hatimogullar jî da xuyakirin, divê aştiyeke hertimî bo hemû navçeyê were dabînkirin û got: “Em dixwazin hemû partiyên demokrasîxwaz bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê rêyên diyalogê vekirî bihêlin. Divê bo aştiya rojhilata naverast projeyên aştiyê werin gotûbêjkirin û daraştin.”

Di hilbijartinên 2019 yên şaredariyan de û hilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de HDP piştevaniya CHPê kiribû. Lê niha wek berdewamiya HDP û Partiya Çepa Kesk, DEM Partî dibêje ewê li hemû bajaran namzetên xwe eşkere bikin û bibiryarin şaredariyên ji destê wan hatine derxistin û qeyum hatine danîn vegerînin.