Rojnamevanên Sînornenas: Îsal 45 rojnameger hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî raporeke Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, di sala 2023’an de 45 rojnameger di dema cibicîkirina erkê xwe de hatine kuştin. 

Li gorî raporeke Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, di sala 2023’an de 45 rojnameger di dema cibicîkirina erkê xwe de hatine kuştin, sêyeka wan, di şerên li Rojhilata Navîn de hatine kuştin.

Da zanîn jî, di şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de, 17 rojnameger hatin kuştin, ji wan 13 rojnameger li Kerta Xezzeyê bûne.

Rêxistinê got, hejmara qurbaniyên îsal di 20 salên dawî de, ya herî kêm bû, ku di sala 2002an de 33 rojnamevan hatibûn kuştin.

Li gor amarên Rojnamegerên Sînornenas yên salane, par 61 rojnamevan li seranserê cîhanê hatibûn kuştin.

Diyar kir jî, ev hejmara kuştiyan, “rojnamevanên ku li derveyî erkên xwe de hatine kuştin, kesên ku wek rojnameger nehatine armanckirin û kesên ku rewşa wan ne diyar e, nagire nav xwe.”

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas diyar kir jî, Hejmara rojnamegerên girtî di sala 2022’an de ji 569’an daketiye 521’an.

Di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiye û Îran bi awayekî berdewam rojnamegeran dixin girtîgehê.