Hejmarek ji êrîşkarên ser balyozxaneya Amerîkayê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûd radigihîne, “êrîşa ku di 7ê Berçileya 2023an de li ser Balyozxaneya Amerîkayê, baregeha Asayîşa Niştimanî û hin avahiyên hikûmetê hatine kirin, êrîşkirina li ser ewlehî û serweriya Iraqê ye.”

Yehya Resûl îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber metirsiyên cidî yên li ser ewlehî û aramiya Iraqê, êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin. Ev êrîş zirarê didin navûdengê Iraqê û welat dixe bin berpirsyariyê ku welatekî xwedî serwerî dikare erkên navdewletî û selametiya nûnerên dîplomasî biparêze, yan na.

Herwiha got, dezgehên ewlehiyê di bin rêberiya rasterast a Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî de, dest bi lêkolînkirina di bûyerê de kirine, ji bo dîtina tawanbaran û gihandina wan bo dadgehan.

Da zanîn jî, dezgehên wan ên ewlekariyê karîbûn êrîşkeran destnîşan bikin û piştî ku dadgeha lêkolînê biryara girtinê da, kejmarek ji wan hatin girtin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar tekez kir jî hewlên wan ji bo gihandina hemû kesên ku di êrîşê de beşdar bûne jî, berdewam in.

Ev yek di demekê de ye, Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Sûdanî Blinken piştrast kir ku Iraq bapend e bi parastina nûnertiyên dîplomatîk û şêwirmendan.

Herwiha Sûdanî tekezî li ser şiyana hêzên ewlekariya Iraqê kir ku erkên xwe di şopandina encamderên êrişên li ser nûnertiyên dîplomatîk de, bêyî ti destêwerdaneke derve, pêk tînin.

Ji destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê li Xezzeyê, êrîşên komên çekdar ên li Iraq û Sûriyeyê li ser baregehên Amerîkayê zêde bûne. Li gorî Pentagonê jî, ji meha Cotmehê ve 89 êrîş li ser baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyê hatine kirin.