Wezareta Darayî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêjeya rastîn a dahat û bacên navxweyî eşkere kiriye

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî data û hejmarên rastîn ên dahat û bacên navxweyî ji bo Hikûmeta Federalî eşkere kirine û ew pirs bidawî hatiye”.

Îro (Pêncşem, 14ê Berçileya 2023ê) Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê da amaje da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema borî de, bi hevahengiya Hikûmeta Federalî ya Îraqê û bi rêya Lijneya Dîwana Çavdêriya Darayî, hemî data û hejamrên rastîn ên dahat û bacên navxweyî eşkere kirine û ew pirs bidawî hatiye”.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Mixabin, li roja 12ê vê mehê, Birêveberê Giştî yê Bac û Avahiyên Hikûmî yê berê ji bo yek ji medyayan gotiye qaşo “800 milyar dînar wekî dahata bacan hatiye komkirin, lê tenê 220 milyar dînar ji bo Hikûmeta Federalî hatine diyarkirin.” Ev dereweke mezin e û neheqiyeka mezin e li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin”.

Herwesa eşkere dike, “Navbirî bi xwe arêşeyên qanûnî hebûne û ji aliyê Civata Wezîran ve doza wî ji bo dadgeha lêkolînan a destpakiyê ya Hewlêrê hatiye veguhastin”.

Wezareta Darayî tekez jî kir, “Yek ji bingehên karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çaksaziya di warê bacê de ye, ji vî alî jî ve zêdetirîn çaksazî di warê bacê de hatine kirin û bi rengekê ron û şefaf serederî pê re hatiye kirin”.