Sedat Dogan: Divê em li ziman, welat û nirxên xwe xwedî derkevin

Sedat Dogan
Sedat Dogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî sed salan jî navê Şêx Seîd tirsê dixe dilê nijadperestên Tirkiyeyê, bi gotinên gelek ne di rêyê de êrîşî navê Şêx Seîd kirin, lê bertekeka gelek mezin ji aliyê hemî Kurdan ve hatiye nîşandin. Çavdêrekê siyasî ji Diyarbekirê jî nêrînên xwe li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kirin.

Çavdêrê siyasî Sedat Dogan ji Diyarbekirê bû mêvanê K24ê û bersiva hind pirsyarên Cemal Batun da.

Sedat ragehand, “Dema behsa Kurd û Kurdistanê tê kirin, nijadperest dibêjin “gelo ma ev dixwazin welatê me parçe bikin?” Tirsa wan a herî mezin ev e”.

Wî çavdêrê siyasî eşkere kir, “Ji hêlekê ve, em dilxweş in ku Kurd li ser mijarekê bûne yek. Ji hêlekê ve jî, em xemgîn in. Yanî heta dijminên me xeberan nedin me, hişên me nayên serê me. Heta ew bêrêziyê bi mezinên me nekin, heqareta li me nekin, ji miriyên me re xeberan nedin, hişên me nayên ser hev”.

Hêvî jî kir, “Ez hêvîdar im ji vê seetê şûn de, em bê xeberên xelkê yekîtiya xwe çê bikin, li ziman, nirx û welatê xwe xwedî derkevin”.

Sedat amaje da, “Em jî endamên miletekî ne, dîrokeka me jî heye, welatekê me jî heye, em ne penaber in, em ne koçberên çi welatan in, bi hezaran salan e ku dîroka me li ser vê axê heye”.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, “Şemsiya me ya herî mezin Kurdînî ye, ne hedê çi kesekî ye ku ji nirx û serok û pêşengên me re bêexlaqiyan bike”.

Amaje jî da, “Ew bi wê bêexlaqiya xwe nebaşiya xwe tînin ziman. Tu zêrî biavêjî erdê jî, bihayê xwe winda nake”.

Wî çavdêrê siyasî behsa wê yekê jî kir, “Şêx Seîd bi biryara dewletê hatiye daleqandin, dewlet dizane ew li kî derê veşartiye jî. Em cihê bab û kalên xwe ji dewleta Tirkiyeyê dipirsin, ew dibêjin “em nizanin”. Ku ew nezanin, kî dê bizane? Em ji kîjan dewletê bipirsin ku Şêx Seîd li ku hatiye veşartin?”

Sedat dîsa hêvî kir, “Em hêvî dikin ku ev bûyer hişên Kurdan bînin serê wan, bi her awayî yekîtiya xwe çê bikin û bi awayekî mirovatî xwe ji bin vê zulm û zordariyê û xapandinê xilas bikin”.

Li dawiyê jî bal kişand ser neheqiya ku li Kurdan tê kirin û got, “Bînin ber çavên xwe, 30 milyon Kurd li ser vê axê dijîn û piraniya Kurdan xwe musilman dihesibînin, diyaneta Tirkan berî heftiyekê xwandina xutbê bi heşt zimanan serbest kir, di nav wan zimanan de zimanê sê dewletên ne-musilman jî hene, lê Kurd welatiyên vê dewletê ne, bacê didin vê dewletê û leşkeriyê jî ji vê dewletê re dikin, musilmanên vê dewletê ne, mizgeft mizgefta Kurdan in û zimanê Kurdan qedexe ye. Dilê mirovî diêşe, mirov nizane çawa vê şirove bike”.