3714 xwendekar li Xezzeyê hatine kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerde û Xwandinê ya Filistînê eşkere dike, sê hezar û 714 xwendekar li Kertê Xezzeyê û kinarê rojavayî di êrîşên Israîlê de hatine kuştin, herwesa pênc hezar û 700 xwendekarên din jî birîndar bûne.
Îro (Pêncşem, 14ê Berçileya 2023ê) Wezareta Perwerde û Xwandinê ya Filistînê eşkere kir, “Ji destpêka şerê Israîl û Hemasê heta niha, sê hezar û 714 xwendekar li Kertê Xezzeyê û kinarê rojavayî di êrîşên Israîlê de hatine kuştin, herwesa pênc hezar û 700 xwendekarên dî jî birîndar bûne.
Wezareta Perwerde û Xwandinê ya Filistînê diyar kir, “Ji bilî wê hejmara zêde ya kuştî û birîndaran ji xwendekaran, heta niha 82 xwendekar jî hatine girtin”.
Wê wezaretê ragehandiye, “Her ji ber êrîşên Israîlê, heta niha 209 mamosta û fermanberên kargêrî li Kertê Xezzeyê hatine kuştin, 619 mamosta birîndar bûne û zêdetirî 65 mamostayan jî hatine girtin”.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê amaje da wê yekê ku, “ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyan gehiştiye 18 hezar û 787 kesan. Herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 50 hezar û 897 kesan”.
Roja 7ê Cotmeha 2023ê, çekdarên Bizava Hemasê êrîşeka berfireh kir ser Israîlê, zêdetirî 1400 Israîliyan kuştin bi sedan jî birîndar kirin, herwesa 240 welatiyên din jî revandin û heta niha nehatine azadkirin.
Li gor amara artêşa Israîlê jî, ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 434 serbazên Israîlî hatine kuştin.