Serokê Herêma Kurdistanê cejna Êzidiyan pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî: Em careka dî xûşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku wek her gav em dê piştevan û parêzerên mafên wan bin
Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Rojiyên Êzî li tevaya Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê pîroz dike.

 

Peyama pîrozkirinê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo cejna Rojiyên Êzî:

Ez cejna Rojiyên Êzî li rêzdaran Mîr û Civata Rûhanî û hemî xûşk û birayên Êzidî, li Kurdistanê û Îraqê û li her cihekê cîhanê bin, bi germî pîroz dikim. Ez hîvîdar im cejneka tena û aram û bêhinvedaneka xweş biborînin.

Di vê helkeftinê da, em careka dî xûşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku wek her gav em dê piştevan û parêzerên mafên wan bin. Em dê hemî bizavan bikin ku deverên wan bêne avedankrin û Kurdistan her welatê pêkvejiyana aştiyane ya hemî pêkhatan be.

Cejin pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

 

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê