Îran… 11 polîs di êrîşeka çekdarî de hatin kuştin

Polîsên Îranê / erşîf
Polîsên Îranê / erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeka çekdar li Îranê êrîş kir ser bingeheka polîsan, 11 polîs hatine kuştin û çend polîs jî birîndar bûne.

Li gor zanyarên ajansa France Pressê û tilevizyona fermî ya Îranê, îro (Înî, 15ê Berçileya 2023ê), êrîşeka teroristî li ser bingeheka polîsan li parêzgeha Sîstan – Belûçistanê ya rojhilatê Îranê hatiye kirin û 11 polîs hatine kuştin.

Di vî warî de Cîgirê Parêzgerê Sîstan – Belûçistanê Elî Reza Merhematî ragehand, “Ew êrîş li bajarê Raskê li ser bingeheka polîsan hatiye kirin, 11 polîs hatine kuştin û çend polîs jî birîndar bûne û komeka cîhadî berpirsyariya xwe ji bo vê êrîşê diyar kiriye”.