Kurdistan24 ji bo medyayên cîhanî bûye çavkanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo gehandina zanyar û nûçeyên nû, hejmareka medyayên cîhanî nûçe û zanyarên dezgeha Kurdistan24ê ji xwe re kirine çavkanî û herdem bi bawerî pişta pê gerim dikin.

Kurdistan24 bi rêya tora berfireh a peyamnêrên xwe li cîhanê berdewam zanyar û nûçeyan li ser rûdanên gerim parve dike û herdem di veguhastina zanyar û nûçeyan de pêşeng, bilez û hûrbîn bûye, lewma hejmareka medyayên cîhanî Kurdistan24 ji xwe re kiriye çavkanî.

The Australian û Yahoo Newsê Kurdistan24 wekî çavkaniya zanyarên xwe hilbijartiye û nûçe û vîdyoyên wê bi kar anîne, ev pêngav nîşana bawerî, rastgoyî, nêzîkî û lezgîniya Kurdistan24ê di veguhastina zanyaran de ye.