Ebdulxaliq Telhet: Hevahengiyeke baş di navbera polîsên federal û polîsên Herêma Kurdistanê de heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Herêma Kurdistanê di Odeya Operasyonên Hevbeş de ragihand, hevahengiyeke gelek baş di navbera polîsên federal û polîs û asayişa Herêma Kurdistanê de heye.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Odeya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de Lîwa Ebdulxaliq Teleht îro Şemiyê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand. “Hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê îro ji demjimêrên sibê ve, dest bi erkê parastina navendên dengdanê li navçeyên ku dengderên koçberan ên li Herêma Kurdistanê kirine.”

Lîwa Ebdulxaliq Teleht diyar kir jî: “Li Duhokê 37, li Silêmaniyê 27 û li Hewlêrê jî 19 navendên dengdana taybet hene.”

Da zanîn jî: “Binkeyên dengdanê li Herêma Kurdistanê bo dengderên taybet in, ji bo hêzên ewlehiyê û koçberan e. Hevahengiyeke gelek baş di navbera polîsên federal û polîs û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê de heye.”

Di heman konfransa rojnamevanî de, Berdevkê Polîsê Hatûçûnê yê Îraqî Ziyad Qeysî got: “Li gorî fermana Wezîrê Navxwe yê Îraqî û Rêveberiya Polîsê Hatûçûnê, polîsê hatûçûnê planên xwe ji bo rêkxistina otombîlan di rojên dengdanê de danîne. Planên me berfireh bûn. Me karmendên zêdetir xistine ji bo xizmeta proseya dengdanê bikin.”

Proseya dengdana taybet bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê îro demjimêr 7ê sibê dest pê kir û dê heta demjimêr 6ê êvarî berdewam bike.

Hilbijartinên Encûmena Parêzgehan piştî 18 salan li Kerkûkê û piştî 10 salan li parêzgehên din ên Iraqê tên kirin.