Nêçîrvan Barzanî û Plasschaert tekeziyê li ser giringiya parastina ewlehiya hilbijartinan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Herêma Kurdistanê tekezî li ser giringiya parastina asayîşa hilbijartinên encûmenên parêzgehan kirin, bi taybetî li navçeyên di çarçoveya madeya 140 de.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 16ê Berçile bi Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert re civiya re civiya û rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Parêzgehan û pêwendiyên Hewlêr - Bexdayê gotûbêj kirin.

Her du alî li ser giringiya serkeftina proseya dengdanê bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hevnêrîn bûn. Herwiha tekezî li ser giringiya parastina ewlehiya proseyê kir ku di jîngeheke aram û ewle de birêve biçe, bi taybetî li navçeyên madeya 140.

Derbarê pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê de, her du aliyan hewl û rola Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî erênî nirxandin û hêvî xwastin ku di qonaxa bê de, pêwendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de zêdetir bipêş bikevin û kêşeyên di navbera wan de bi têgihiştinê û li ser bingehê destûrê bên çareserkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û encamên wê jî hatin nirxandin.