Rêjeya beşdariyê di dengdana taybet a hilbijartinên encûmena parêzgehan de zêdetir ji sedî 67 bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dibêje, rêjeya beşdariyê di dengdana taybey a hilbijartinên encûmenên taybet ên parêzgehan û kampên koçberan de zêdetirî ji sedî 67 bûye.

Komisyonê diyar kir jî, hejmara dengderan li seranserê Iraqê zêdetir ji 706 hezar kesan bû.

Proseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê, îro li 14 parêzgehên Iraqê, navçeyên Kurdistanî û Herêma Kurdistanê ji demjimêr 07:00 ve dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam kir.

Bi giştî 1 milyon û 2 hezar û 393 dengdêr ji hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê, mafê wan ê dengdanê heye û 565 navendên dengdanê ji wan re hatin vekirin.

500 rêxistinên navdewletî û xwecihî beşdarî çavdêriya hilbijartinan dibin û zêdetirî 420 hezar karmend jî di proseya dengdana taybet û giştî de beşdar dibin.