Li Diyarbekirê Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê hat vekirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê piştî 4 salan, Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ya 10em hat vekirin. Di pêşangeha ku bi sedan weşanxane û nivîskar tevlî bûn de, tê payîn ku ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê jî tevlîbûneke girseyî çêbibe.

Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê, ji ber kêmderfetiya aboriyê û rewşên neyînî yên êşa Coronayê, 4 salan hatibû paşxistin. Piştî vê dema dirêj, îro pêşangeh cara 10em hat vekirin û dê ji 16an heta 24ê Berfanbarê vekirî bimîne. Rêveberên Înisiyatîfa Weşangeriya Kurdî, rewşa dawî ya weşangeriyê û girîngiya pêşangehê wiha dinirxînin:

Berdevkê Înisiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal ji K24ê re got: “Nivîskarên me, xwendevanên me û em hemû li benda vê pêşangehê bûn. Em hêvî dikin ku heta 9 rojan wisa bi eleqe dewam bike. Ev jî barekî giran dide ser milên me. Jixwe ev barê me hebû lê ji niha bi şûn ve lezgîntir bû. Wekî nivîskar, wekî weşanger; divê em berhemên baş ên ku xîtabî gel dikin amade bikin, çap bikin û bigihînin gel.”

10 jê bi Kurdî, 200 weşanxane û 300 nivîskar li vê qadê berhemên xwe pêşkêşî xwîneran dikin. Di 9 rojan de dê 80 çalakiyên wêjeyî yên wekî panel û danasîna pirtûkan bên kirin. Di pêşangeha 9em de 175 hezar kes beşdar bûbûn. Îsal tê payîn ku 700 hezar kes serdana pêşangehê bikin. Lewra li gorî amaran, di roja yekem de 20 hezar kesan beşdarî kir. Beşdarên ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê beşdar bûne jî nêrînên xwe wiha hanîn zimên:

Beşdar Kenan Soylemez dibêje: “Bibê nebê xwendevanên di civaka nûjen de ji pirtûkan dûr dikevin. Lê belê ev yek hem ciwanan hem jî civakê qels dike. Ji bo ku civaka Kurd bêhtir li civaka xwe xwedî derkeve, divê mirov berê xwe bide pirtûkan. Mirov dikare bi rêya van derfetan, bi rêya weşanxaneyan xwe bigihîne ciwanan û da ku ciwan jî li zimanê xwe vegerin.”

Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê, piştî 4 salan bi awayekî xurt hat vekirin. Armanca rêvebirên pêşangehê ew e ku bi tevlîbûna weşanxaneyên Kurdî û nivîskarên Kurd; dan û stendinên bi qada nivîskariyê re xurt bibin. Lê ji ber ku buhayên pirtûkan di nav salekê de ji %71 zêde bûne, bandorên neyînî li qada weşangeriyê jî dibin.