Roja Ala Kurdistanê li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin

Roja Ala Kurdistanê li Qamişlo
Roja Ala Kurdistanê li Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Roja Ala Kurdistanê, bi beşdariya hejmarek mezin ji welatiyan û bi bilindkirina ala Kurdistanê, li piraniya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hat pîrozkirin.

Li ser banga Encûmena Xwecihiya Amûdê ya ENKSê, îro hejmareke mezin ji welatî û alîgirên ENKSê bi alayên Kurdistanê di demjimêr 11:00 de derketin ser kolanan û ev roj pîroz kirin.

Li bajarê Qamişlo jî, li ser banga ENKSê welatî di demjimêr 12:00 de li pêş baregeha ENKSê kom bûn û Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin.

Li Kobanê jî hejmarek mezin ji welatiyan li pêş baregeha Partiya Demorat a Kurdistanê (PDK-S) kom bûn û Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin.

Li bajarê Dêrikê jî, li ser banga Xwecihiya Dêrikê ya ENKSê hejmarek ji welatiyan kom bûn û Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin, lê ev çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve hat astengkirin. 

Roja 17ê Berçile wek Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin, her sal ev roj bi bilindkirina alê û merasîmên taybet li piraniya bajara û bajarokên herçar parçeyên Kurdistanê tê pîrozkirin.