Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê sembola rûbirûbûna astengiyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ala me sembola daxwazên me yên hevpar e. Ew sembola rûbirûbûna dijwariyan û derbaskirina astengiyan e.”

Îro 17ê Berçile, merasîma bilindkirina Ala Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistana birêve çû û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek di merasîmê de pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Ligel ku ala Kurdistanê sembola welatekî ye, gelê Kurd û hemû pêkhateyên din bi hev ve girê dide, ji ber wê bila bilindkirina vê alayê di vê rojê de, wê peymana di derûna me de nû bike, ku dubendiyê derbas bikin, rêzê li cudahiya xwe bigirin û bi hev re neteweyekê ava bikin ku cihê hêviya hemû wan kesên li Kurdistanê dijîn be.”

Ala Kurdistanê jî weke Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Sembola daxwazên me yên hevpar e, sembola rûbirûbûna kêşeyan û derbaskirina astengan e, nîşana soza afirandina paşerojeke geş ji bo me hemûyan e. Dema ku em alayê li ezmanê bêsînor bilind dikin, bila weryaya me jî pê re bilind bibe. Bila em hemû karîna bêsînor a di têkoşîna me ya hevpar de heye, bibîr bînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Bila ev rûmeta ku em îro hîs dikin, me ji bo bidestxistina armancên bilind, destkeftên mezintir, giyanê yekîtî û dilsoziya hevpar, ji bo hezkirina welat û hemû kesên li Kurdistanê dijîn, han bide. Di bin vê sîwana yekîtiyê de ku sembola nasnameya me ya hevpar e, em bi hev re, bi hêztir û xurtir bi pêş ve biçin û mezinahiya gelê xwe li ser rûpelên dîrokê tomar bikin.”

Roja 17ê Berçile wek Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin, her sal ev roj bi bilindkirina alê û merasîmên taybet li saziyên fermî û cihên giştî tê pîrozkirin.

Her çend e pêştir jî ala Kurdistanê ji aliyê çend partî û rêxistinan ve hatibû bilindkirin, lê beriya damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê, di 17ê Berçileya 1945an de, yekem car Ala Kurdistanê bi fermî li ser şaredariya Mehabadê hat bilindkirin.

Di 22’ê Çileya 1946’an de jî, Komara Kurdistanê hat ragihandin û Ala Kurdistanê li ser saziyên fermî yên komarê hat bilindkirin û ew roj di dîroka siyasî ya gelê Kurd de, weke qonaxeke girîng tê dîtin.

Piştî 59 salan, di 19/6/2009an de, Parlamentoya Kurdistanê bi yekdengî roja 17ê Berçile, wek Roja Ala Kurdistanê ragihand.