Wezîra Derve ya Fransayê: Êrîşên Hûsiyan bê bersiv namînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Fransayê Catherine Colona haydarî li ser êrîşên Hûsiyan li Deryaya Sor da û ragehand, “Nabe ev êrîş bê bersiv derbaz bibin”.

Ev daxuyaniya Wezîra Derve ya Fransayê piştî hejmareka êrîşên hûsiyan bo ser keştiyên Deryaya Sor û Israîlê tê, ku di çarçoveya şerê Israîl û Hermasê de hatine kirin.

Wezîra Derve ya Fransayê di çarçoveya serdana xwe de ji bo Televîva paytexta Israîlê ragehand, “Nabe êrîşên Hûsiyan bê bersiv bimînin. Em bi hevpeymanên xwe re danûstandinan li ser hilbijartinan dikin, wekî hilbijartina bergiriyê ji bo ku dîsa êrîş dubare nebin”.

Li gor zanyarên malpera Polotîko ya Amerîkayî, Pentagon mijûlî danûstandinên weşandina gurzekê serbazî ye bo ser bingehên serbazî yên Hûsiyan li Yemenê.

Wê malperê ron jî kir, “Ji bo piştevaniya pilana êrîşkirina li ser Hûsiyan, li rojên borî Amerîkayê çend keştiyên şerî şandine deverên Rojhilata Navîn”.

Çend çavkaniyên medyayî yên Amerîkayê behsa wê yekê dikin ku, îdareya Biden li ser armanckirina hûsiyan dudil bûye, neku piroseya xurtbûna Îranê li deverê zêdetir bibe.

Danûstandinên Pentagonê bi niyeta weşandina gurzekê rasterast ê serbazî ye bo ser bingeh û baregehên Hûsiyan li Yemenê.

Pêştir Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî ragehandibû, “Waşinton û Civaka Navdewletî berdewam danûstandinan li ser weşandina gurzekê serbazî bo ser Hûsiyan dikin”.