Di roja alaya Kurdistanê de êrîşî çalakiya ENKSê li Dêrikê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro di roja alaya Kurdistanê de li Dêrikê êrîşî çalakiya ENKSê li Dêrikê hat kirin, Endamê Xwecihiya ENKSê li Dêrikê û Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistan - Sûriyeyê Hesen Kemal Çep ji Dêrikê behsa wê êrîşê dike.

Îro (Yekşem, 17ê Berçileya 2023ê) Endamê Xwecihiya ENKSê li Dêrikê û Endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Kurdistan - Sûriyeyê Hesen Kemal Çep ji Dêrikê bû mêvanê K24ê û bersiva çend pirsyarên Cemal Batun da.

Hesen Kemal Çep li destpêkê got, “Ev kar ne kurdînî ye”. Herwesa got, “Ev bi salan e em Kurd vê alayê pîroz dikin û her sal ahengan jê re dikin, îro alaya me tê qedexekirin”.

Hesen bal kişand ser wê êrîşê û got, “Me wekî her sal karê xwe kir û em derkeftin ser cadeyê, ew kes jî hatin wê derê ku girêdayî PYDyê ne û êrîşî me kir”. Herwesa got, “Me tiştên xwe hazir kiribûn û sirûda Ey Reqîbê jî xilas bûbû, wan xwe li amûrên me da, amûr li erdî dan û şkandin, şer kir, ber avêtin me û hindek hevalên me birîndar kirin”.

Endamê Xwecihiya ENKSê li Dêrikê daxwaz kir, “Em bi hêvî ne ku ew ji xwe bipirsin, çima dijî alaya Kurdî ne? Dagirkerên me dijî alaya Kurdî ne, îro PYD jî dijî wê ye. Dema ev ala tê hildan, ew pê aciz dibin”.

Tekez jî kir, “Wan bi rengekî hovane êrîşî me kir. Me xwast şer mezin nebe, wan fîşek jî berdan. Me bizav kir ne xurtên me û ne jî yên wan biêşin û nexweşî di nav miletê me de çê bibin. Lê ew dixwazin şer û arêşe çê bibin”.

Dîsa tekez kir, “Em wekî meclis, biryara me ew e ku em çi karên dijatiyê, kuştinê û nexweşiyê nekin. Em dixwazin şer û alozî çê bibin”.

Endamê Xwecihiya ENKSê li Dêrikê eşkere kir, “Ew wan xurtan ber didin me, miletê me bidin kuştin, ne xema wan e, koç bikin,

Herwesa got, “Ew dixwazin helkeftinên me qedexe bikin. Par jî me bîranîna Nemir Barzanî çê kir, dîsa her ev xurt hatin û şerê me kir. Ew dixwazin vê çalakiya me zeîf bikin û civatê biêşînin, civet bi vî karî ne zeîf dibe û neditirse û dê karê xwe jî bike. Çi helkeftin hebin, em dê bikin. Ew qedexe bikin û şerî jî bikin, em dev ji karên siyasî bernadin û dê her çalakiyên xwe bikin”.

Li dawiyê jî got, “Qehra me îro ew e ku PYD dijatiya vê alayê dike. Dijminên me Kurdan çi li me dikin, bila bikin. Lê ev bi navê Kurdîniyê û biratiyê alaya me bişewitînin, em dijî wan kiryaran e. Em dê heta roja dawiyê xizmeta miletê xwe bikin. Wan bivê nevê, alaya Kurdî nayê qedexekirin. Alaya Kurdî îro li her çar parçeyan hatiye bilindkirin”.