Dengdana giştî ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 18/12/2023an ji demjimêr 7:00 sibê ve navendên dengdanê ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hatin vekirin.

Di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de, mafê dengdanê yê zêdetir ji 16 milyon kesan heye û Komisyona Hilbijartinan a Îraqê ji bo vekirina heft hezar û 765 bingehên dengdanê amadekarî kirine, ku 48 hezar û 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan.

Li gor amarên Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê jî, ji bo hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê, navendên dengdanê û westgeh dê ji aliyê fermanberên dewletê û xwendekarên zanîngehê û derçûyan ve bên birêvebirin ku hejmara wan 214 hezar û 595 karmend in.

Di van hilbijartinan de, 70 partî û hevpeymaniyên siyasî pêşbirkê li ser 275 kursiyan li her 15 parêzgehan dikin, ku nêzî şeş hezar namzedan li ser lîstan û bi rengekê serbixwe pêşbirkêya hilbijartinan dikin.

Piştî 18 salan, li 18ê Berçileya îsal, hilbijartinên civata parêzgeha Kerkûkê tên kirin, ku piştî hilbijartinên 2005ê û rûdanên 16ê Cotmehê dibin hilbijartinên yekê yên navxweyî li Kerkûkê tên kirin.

Roja şemiyê, 16ê Berçileya 2023an, piroseya hilbijartinên taybet ji bo hêzên çekdar û dezgehên ewlehiyê û awareyan bi rê ve çû, ku milyonek û 50 hezar û 653 kesan mafê dengdanê hebû û 600 bingehên dengdanê jê re hatibûn amadekirin ku du hezar û 477 westgehên dengdanê vegirtibûn.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê ragehand, hilbijartinên taybet bi rêjeya zêdetirî 67% ya dengderan hatin kirin, bi rengekî ku hejmara dengderan zêdetirî 706 hezar kesan bû.