SHOR: Di êrîşên Îsraîlê li ser gundewarê Şamê de 2 çekdar hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser baregehên leşkerî yên derdora Şamê de, 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê şeva borî demjimêr 22:05, ji aliyê Golanê ve bi mûşekan êrîşî çend navendên leşkerî li derdora Şamê kirin.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya artêşa Sûriyeyê piraniya mûşekan xistin xwarê. Herwiha 2 leşker birîndar bûn û hin ziyanên madî çêbûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SHOR) belav kir jî, Îsraîlê navenda Berevaniya Asmanî û hin baregehên artêşê li deverên Qudseya, Seyide Zeyneb û Dîmas yên li gundewarê Şamê kirin armanc.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama wan êrîşên Îsraîlê de, 2 çekdarên nenas li baregeha Dîmasê hatin kuştin û hejmarek leşker û çekdar jî li baregeha Qudseyayê birîndar bûn.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.