Şeva Cilên Kurdî li Sineyê

Şeva Cilên Kurdî li Sineyê - Wêne: Sara Caferî

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo danasîna cilûbergên Kurdî, Şeva Cilên Kurdî hate birêkxistin.

Ev cilûbergên di vê çalakiyê de hatine lixwekirin, hemû yên 50 sal berê ne û ji bo Şeva Çile “Şeva Yelda” hatin amadekirin, bi armaca danasîna cilûbergên Kurdî yên kulturî.

Şeva Çile yan jî Şeva Yeldayê, yek ji cejnên herî kevn ên Kurdan e. Ev cejn dikeve şeva herî dirêj a salê, dikeve şeva 21ê Berçile, ku yekem roja zivistanê ye.

Şeva Yeldayê li Kurdistanê, bi taybet li Rojhilat û Başûrê Kurdistan û Xorasanê û li gelek dewletên din ên Rojhilata Navîn tê pîrozkirin. Tê de xwarinên xweş û cûreyên mêweyan tên danîn.

Li gel Newrozê, Şeva Yeldayê yek ji şahiyên sereke yên çanda Kurdistanê ye. Wateya wê weke “jinûve jidayîkbûna rojê” tê pênasekirin.