Ahmet Turk careke din ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dibe bernamzed

Diyarbekir (K24) – Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, careke din ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dibe bernamzed. Şêwirmendê Ahmet Turk ji K24ê re ragihandin, Ahmet Turk dê di rojên pêş de serlêdana xwe ya fermî bike.

Piştî biryara tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDPê, di 19 Tebaxa 2019an de li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî rêbaza qeyûm hatibû bikaranîn. Ahmet Turk ê ku wekî Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû, dê careke din ji bo heman şaredariyê serlêdana fermî bike.

Ahmet Turk, di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de ji %56,2 dengên xelkê Mêrdînê girtibû û bi 208.854 dengan bûbû Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.