Wezareta Navxwe: Polîsê Bexdayê 20 kes ji ber binpêkirinan girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ragihandin, 20 kes ji ber binpêkirin û belavkirina kertên namzedan û bangeşeya hilbijartinê li nêzî navendên dengdanê kirine, hatin girtin.

Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê Emîd Miqdad Mîrî ragihand, polîsa navçeya Kerx a Bexdayê 20 kes bi tometa binpêkirina yasayê, belavkirina kartên namzedan û bangeşeya li nêzîkî navendên dengdanê kirine, girtine.

Pêştir jî Hevpeymaniya Tor û rêxistinên niştimanî yên Îraqî belav kiribûn, wan heta pêş nîvro 281 binpêkirin di proseya hilbijartinên giştî de dîtine.

Îro 18/12/2023an ji demjimêr 7:00 sibê ve navendên dengdanê ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê hatin vekirin û dê heta demjimêr 18:00 berdewam be.

Di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de, mafê dengdanê yê zêdetir ji 16 milyon kesan heye û Komisyona Hilbijartinan a Îraqê ji bo vekirina heft hezar û 765 bingehên dengdanê amadekarî kirine, ku 48 hezar û 40 westgehên dengdanê vedigire, ji bo dengdanên giştî, taybetî û awareyan.

Di van hilbijartinan de, 70 partî û hevpeymaniyên siyasî pêşbirkê li ser 275 kursiyan li her 15 parêzgehan dikin, ku nêzî şeş hezar namzedan li ser lîstan û bi rengekê serbixwe pêşbirkêya hilbijartinan dikin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihand, 500 rêxistinên navdewletî û herêmî dê beşdarî çavdêriya hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bibin.