Fehmî Burhan: Kurd di van hilbijartinan de nexşeya siyasî û îdarî diguherin

Fehmî Burhan
Fehmî Burhan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Giştî ya Deverên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê amajeyê dide wê yekê ku, hilbijartinên civatên parêzgehan nexşeyê siyasî û îdarî yê deverên Kurdistanî ji Şingalê heta Xaneqînê duguherin û Kurd nexşeyê xwe yê ku hatiye dizîn vedigerînin.

îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) Serokê Desteya Giştî ya Deverên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan taybet ji K24ê re got, “Piroseya hilbijartinên civatên parêzgehan li deverên Kurdistanî baş derbaz bû, tevî ku hindek arêşeyên teknîkî hebûn”.

Bal kişand ser wê yekê jî ku tevlîbûna berfireh a Kurdan ji Şingalê heta Xaneqînê û deverên din nexşeya îdareya xwecihî diguhere û Kurd nexşeya xwe ya ku hatiye dizîn vedigerînin.

Tekez jî kir ku Kurd li wan deveran hikûmeta xwecihî pêk tînin û tevlî hemî pêkhatên din jî dibin.

Fehmî Burhan amaje da wê yekê jî ku, li dû amajeyên bedrest Kurd careka dî pêgeha xwe vedigerînin û careka dî ji ber wergirtina dengên xwe dibin pareka bibandor a pêkanîna îdareyên xwecihî.

Behsa wê yekê jî kir ku, ji niha û wê ve berpirsyariya PDK û YNKyê ye ku Kerkûkê ber bi qonaxeka nû bibin û çi dî Kurdan li wî bajarî di nîgeranî û neamadehiya wan li wî bajarî de nehêlin.

Hêvî kir û pêşbînî jî kir ku PDK û YNK dê di astê wê perpirsyariyê de bin û dê îdareya Kurdî ji Şingalê heta Xaneqînê pêk bînin û dê bi hev re bi rê ve bibin.

Serê sibeha îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bûn. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê ye hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê tên kirin.

Biryar e sibe (Sêşem, 18ê Berçileya 2023ê) Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê encamên berahiyê yên van hilbijartinan bi rengekê fermî rabigehîne.