Kurdistan24 rêjeya tevlîbûnê di hilbijartinên civatên parêzgehan de parve dike

Dengdanên Taybet
Dengdanên Taybet

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngehên Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê li ser astê parêzgehan rêjeyên tevlîbûnê di hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehan de parve kirine, ku bi rengekê giştî li parêzgehên Şîeyan astê tevlîbûnê gelek kêm e.

Li gor amarên Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, li parêzgeha Kerkûkê rêjeya tevlîbûnê di hilbijartinên giştî de 40% bû.

Herwesa li parêzgeha Diyaleyê rêjeya tevlîbûnê di hilbijartinên civatên parêgehên Îraqê de 40% bû, li parêzgeha Enbarê 36%, li parêzgeha Nenawayê 30%, li parêzgeha Musenayê 32%, li parêzgeha Necefê 13%, li parêzgeha Kerbelayê 17%, li parêzgeha Zîqarê 17% û li Bexdayê/Resafeyê 10 %.

Serê sibeha îro (Duşem, 18ê Berçileya 2023ê) hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bûn. Piştî sala 2005ê, ev cara yekê ye hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê tên kirin.

Biryar e sibe (Sêşem, 18ê Berçileya 2023ê) Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê encamên berahiyê yên van hilbijartinan bi rengekê fermî rabigehîne.