Helîkoptereka serbazî ya Îraqê keft

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Îraqê ragehand, Helîkoptereka serbazî li Dûzxûrmatûyê keftiye, efserek miriye û efserekê dî jî birîndar bûye.

Serê sibeha îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Wezareta Bergiriyê ya Îraqê eşkere kir ku, ji ber têkçûna seqayî, helîkoptereka ser bi hêzên asmanî yên Îraqê ve li balafirxaneya Hilêweyê li Dûzxûrmatûyê keftiye.

Herwesa ragehand, li dû encamên destpêkê, di rûdana keftina wê helîkopterê de, efserekê bi pileya eqîd miriye û efserekê dî jî yê bi pileya neqîb birîndar bûye.