Rûsya haydariyê dide Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragehand, “Eger Amerîka wekî Brîtanyayê seqamgiriya li pişt avên xwe dixwaze, divê haydarî hêla peywendiyên xwe yên bi Moskoyê re be”.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çavpêkeftinekê de ji kanalê “Rûsya Îro”yê re got, “Eger Amerîka wekî Brîtanyayê seqamgiriya li pişt avên xwe dixwaze, divê haydarî hêla peywendiyên xwe yên bi Moskoyê re be”.

Herwesa got, “Divê Amerîka careka dî wekî Ingilîzan li pişt avên xwe rûne, divê tê bigehe ku hêlek heye, nikare ji wê hêlê derbaz bibe. Ev ji bilî dana çekê kujek ku dide Ukraynayê. Çi kesek bêhayî nîne”.

Pêştir Berdevkê Kirimlînê Dmitry Peskov amaje dabû ku, “Rewşa Ukraynayê dê aloztir bibe, desthilatdarên Kiyêvê gelek baş dizanin dê çawa xwe yekalî bikin”.

Peskov herwesa ragehand, “Mosko temaşeyî civîn û danûstandinên rojavayê li ser rewşa Ukraynayê dike”. Herwesa got, “Gelo piştevaniya darayî ji bo Kiyêvê dê heta kengî berdewam be? Rojavayê û li rêza yekê Amerîkayê par zêdetirî 100 milyar dolaran mezaxtine.

Di dema borî de Rûsyayê yadaştek li ser dabînkirina çekî ji bo Ukraynayê ji welatên endamên NATOyê re şandibû, ku welatên endamên NATOyê bi dabînkirina çekî ji bo Ukraynayê “yariyan bi agirî dikin”. Herwesa Lavrov ron kir ku Amerîka û NATO rasterast tevlî hevrikiyên Ukraynayê bûne, ne tenê bi dabînkirina çekî, belkî bi rêya rahênanên serbazî jî.