Pêşangeheka hunerî li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêveberiya Hunerê Şêwekarî li Hewlêrê pêşangeheka karên destî û tabloyan vedike.

Şêwekar Xecê Xidir ji K24ê re got, “Bi arîkariya Birêveberiya Hunerê Şêwekarî ya Hewlêrê, ez dê pêşangeha yekê ya karên destî û tabloyên mezin û biçûk vebikim, ku 19 tabloyan û 18 karên destî vedigire”.

Herwesa wê çêwekarê got, “Tabloyên min xweşiktiya gulan, xwezayê û jinan diyar dikin”.

Herwesa amaje da, “Ev pêşangeh dê sibe (Çarşem, 20ê Berçileya 2023ê) seet 10:30 ê sibehê li hola Geleriya Mîdyayê bê vekirin û dê ji bo dema du rojan berdewam be”.