Fuad Husên û Hakan Fîdan li Enqereyê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên serdana Tirkiyê kir û ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiya û gotûbêj derbarê bihêzkirina aborî û pevguhartina zanyariyên ewlehiyê de kirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re civiya. Di civînê de, peywendiyên dualî di hemû waran de, geşepêdana aborî û pevguhertina agahiyên ewlehiyê gotûbêj kirin.

Li gorî ajansa “Anadolu”, di civînê de ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sabit Abbasî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yesaroglu amade bûn, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên aboriyê û pevguhertina zanyariyên ewlehî û istixbaratî di warê rûbirûbûna terorê de kirin.