Rêjeya beşdariya jinan di Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê de zêde bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê berdewam e ku rengekî pêşangehê jî, nivîkarên Kurd ên jin in. Nivîskarên jin ên Kurd balê dikêşin ku wan bi beşdariyeke girîng karîne rengekî bedew bidin wêjeya Kurdî û hêvî dikin ku hejmara nivîskarên jin nav wêjeya Kurdî de zêdetir bibe.

Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê ya ku di 16ê berfanbarê de dest pê kiriye didome û dê heta 24ê berfanbarê jî deriye xwe bo welatiyan vekirî bihêle. Îsal jî rengek balkêş ê pêşangehê jî nivîskarên jin ên Kurd in ku. Nivîskarên jin ên Kurd bi berhemên xwe derfetê dibînin ku bi xwînerên xwe re hevdîtinê bikin û berhemên xwe bo xwînerên xwe îmze bikin. Nivîskarên jin ên Kurd balê dikêşin cihê şanazî û serbilindiyê ye her ku diçe jin bi awayeke zêdetir nunertiya wêjeya kurdî dikin ku û bi pênusa xwe danasîna çand û dîroka kurdan dikin.

Nivîskar Sevda Kaplan ji K24ê re got: “Di wêjeya Kurdî de her çiqas hejmara nivîskarên jin kêm be jî em dibînin div ê pêşangehê de hejmara nivîskarên jin ên Kurd zêde ye. Rengê jinê derdikeve pêş ku ev yek nîşaneya pêşketina netweyan e jî.”

Pêşangeha Pirtûkan a piştî 4 salan hatî li darxistin de 350 nivîskar û 10 jê kurdî 120 weşanxane beşdar in û xwînerên Kurd jî li aliyekê bi çavê mîhrîcana çanda kurdî jî li pêşangehê dinihêrin û nivîskarên jin ên Kurd jî wek rengê herî bedew ên pêşangehê tên dîtin.

Nivîskar Aynûr Aras dibêje: “Vê pêşangehê de rengê jinê derdikeve pêş. Jin bi pênûsa xwe nûnertiya wêjeya kurdî dikin. Duh hejmara serdêran 100 hezar bû û rengê jinê jî derdikeve pêş ku ev yek cihê şanaziyê û keyfxweşiyê ye bo min. Xwendekarên zankoyê tên tevî kêmderfetiya xwe dîsa jî birçiyê pirtûkan in. Ev yek baş e.”

Ji sedî 35ê beşdarên nivîskarên Kurd ên Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê jin in. Jinên nivîskar ên Kurd jî balê dikêşin ku çand û dîroka qedîm a Kurdan dema bi pênûsa jinana were veguhestin sipehîtir dibe.