Êrîşî bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat kirin

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê
Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavkaniyeka ewlehiyê ya berpirs ragehand, bi moşekan êrîşî derdora bingeha serbazî ya Eyn Esedê hat kirin.

Çavkaniyeka ewlehiyê ya berpirs ji medyayên Îraqî re ragehand, derdora bingeha serbazî ya Eyn Esedê, ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîkayê lê hatine binecihkirin, sibeha îro (Çarşem, 20ê Berçileya 2023ê) bi du moşekan hatiye armanckirin.

Wê çavkaniyê amaje daye wê yekê jî ku, çi zirarên canî û madî ji wê êrîşê çê nebûne.

Komên çekdar ên Şîeyan piştî rûdana 7ê Cotmehê li Xezzeyê, êrîşên xwe li ser bingehên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî li Îraq û Sûriyeyê zêde kirine.

900 serbazên Amerîkayî li Sûriyeyê û 2500 jî li Îraqê hatine binecihkirin, Amerîka dibêje ku binecihkirina wan serbazan bi merema şêwirmendiya bi hêzên navxweyî û arîkarîkirina wan e ji bo ku DAIŞ dîsa ranebe.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon), ji nîva Cotmeha borî heta niha, zêdetirî 90 caran êrîşî bingehên wan li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin, ku bi kêmî ve 66 serbaz birîndar bûne û zirareka kêm gehiştiye bingehên wan, lê êrîşên wan bi ser nekeftine. Berpirsên Amerîkayê tekezê dikin ku dê berhingarî her êrîşekê bibin.