Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Binpêkirina mafên me wê bibe sedema parçebûn û bêaramiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, “binpêkirina mafên me, dê bibe sedema parçebûn û bêaramiyê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li platforma “X” nivîsî: “Ez kêfxweş im ku bi Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland re hevdîtin pêk aniye.”

Mesrûr Barzanî herwiha got: “Min ji Cîgira Wezîrê Derve ya Amerîkayê Victoria Nuland re rave kir ku divê rêz li destûra Iraqê û mafên hemû welatiyan ku di nav de yên Herêma Kurdistanê bê girtin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, “Binpêkirina mafên me wê bibe sedema parçebûn û bêaramiyê.”

Ev yek piştî wê tê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Nuland û şanda pê re kiribû.

Di wê civînê de ku Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski amade bûbû, dîtin û nerîn li ser dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa Îraqê û deverê û pêşxistina peywendiyên dualî li hev hatin guhertin.

Tewereke sereke ya wê civînê girêdayî pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî bû. Her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku divê Hikûmeta Federalî rêzê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigire û nabe Bexda wekî welatiyên hejmar du serederiyê bi xelkê Herêma Kurdistanê re bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez li ser giringiya bihêzkirina sîstema federalî û mukomkirina bingehên demokratî li Îraqê kir.

Cîgira Weîzrê Derve yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kuristanê û mafên wê yên destûrî di çarçoveya Îraqê de tekez kir. Pêşxistina çanda pêkvejiyanê û azadiya olî û parastina mafên mirov û pêkhatên Kurdistanê jî tewerekê dî yê danûstandinan bû.