Zekeriya Yapicioglu: Hevdîtinên me yên ji bo tifaqê berdewam in

Navenda Nûçeyan (K24) – Zekeriya Yapicioglu li Diyarbekirê beşdarî kongreya partiya xwe ya bajêr bû derbarê hilbijartinên şaredariyan de û kemtirîn mûçe de axivî û derbarê hilbijartinan de amaje kir ku heta ji wan nebihîsin, bi ti nûçeyeke din bawer nekin.

Serokê Partiya Doza Azad (HudaPar) Zekeriya Yapicioglu li Diyarbekirê beşdarî kongreya serokatiya bajêr a partiya xwe bû û derbarê rojevê de peyamên xwe ji raya giştî re parve kir. 

Yapicioglu amaje kir, di çapemeniyê de derbarê hilbijartinên şaredariyan û tifaqan de nûçeyên ji hev cûda belav dibin û heta ku ew vê mijjarê de daxuyaniyekê nedin an jî berpirsekî Hudaparê gotinekê nebêje bila baweriyê bi ti aliyek din neynin.

Yapicioglu da zanîn ku hîn rewş diyar nebûye, hevdîtinên wan ên ji bo tifaqê berdewam in û dema diyar bibe, ewê aşkere bikin, lê ew amade ne di 81 bajaran de bikevin hilbijartinê.

Yapicioglu derbarê kêmtirîn mûçe de bal kişand ku li Tirkiyeyê lêçûna mehane ya 1 kesî, 18 hezar lîre ye ku divê kêmtirîn mûçe ne bin vê re be û eger ji 18 hezarî zêdetir mûçe were dayîn jî, divê dewlet piştgiriyê bide kesên ku karkeran cem xwe dişixulînin.