Mesrûr Barzanî: Jin di dîroka Kurdistanê de hertim roleke girîng û pêşeng lîstiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Mesrûr Barzanî di 9emîn Kongreya Yekîtiya Jinên Kurdistanê de ragihand, “Jinên Kurdistanê di hemû waran de rola xwe îsbat kirine û bi berdewamî piştevaniya Pêşmerge kirine.”

Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî, îro 21.12.2023an Kongreya nehemîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi navnîşanê “Hêz û Şiyana Jinan, Bingeha Pêşketina Aştî û Aborî ye” dest pê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de lidarketina Kongreya nehemîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê pîroz kir û got û hêviya serketinê xwast û got: “Hêvîdar im biryar û raspardeyên kongreyê, bibin sedema pêşveçûna zêdetir a Yekîtiya Jinên Kurdistanê û di xizmeta gelê me de bin.”

Herwiha got: “Yekîtiya Jinên Kurdistanê di qonaxên cuda yên têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê de, xwedî dîrokeke tijî serwerî û serbilindî ye; Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Jinên Kurdistanê bi giştî hertim piştevanên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûne û di warê parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de li pêşiyê bûne.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Rêz û pêzanîneke min a mezin ji bo hemû jinên têkoşer ên Kurdistanê, bi taybetî xebatkarên berê û niha yên têkoşer ên Yekîtiya Jinên Kurdistanê heye û xebat û têkoşîna wan ji bo bidestxistina mafên jinên Kurdistanê, bilind dinirxînin.”

Da zanîn jî: “Jin di dîroka gelê Kurdistanê de, hertim roleke girîng û pêşeng lîstiye. Weke mînak di serîhildan û şoreşên gelê Kurdistanê de, jin mînaka diyar a mêrxasî, nîştimanperwerî û fedakarî bûne û li kêleka birayên xwe, bav û endamên din ên malbatê li eniyên herî pêş ên xizmetkirin, qurbanîdan û parastina xakê bûne.”

Amaje bi wê jî kir: “Piştî serhildana 1991’ê jinên Kurdistanê, di saziyên Herêma Kurdistanê de roleke aktîf lîstine. Bi şarezayiya xwe karibûn rola xwe ya bibandor di warên cuda de îspat bikin. Îro bilindbûna ast û rêjeya beşdariya jinên Kurd di rêveberî û hikumraniyê de, nîşana wê yekê ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanca wê, baştirkirina rewşa jinan û bihêzkirina pêgeha wê di civakê de ye. Di Kabîneya Nehem de jî beşdariya jinan di postên bilind ên hikûmetê de bi awayekî berçav zêde bûye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im Yekitiya Jinên Kurdistanê nirxandineke baş û babetyane li ser kar û çalakiyên xwe yên berê bike û di dawiyê de nexşerê, plan û bernameyeke berfireh ji bo qonaxa bê amade bike, ji bo zêdetir pêşdebirina têkoşîna rêxistina xwe û gihandina armancên wê, ji bo zêdetir xizmetkirina jinên Kurdistanê bi sûdwergirtina ji pêşketina bilez a teknolojiyê di vê serdemê de.”

Herwiha got: “Daxwaz ji Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim ku rola xwe ya sereke di pêgehandina nifşekî niştimanperwer, aştiyane, jîngehparêz û bikêrhatî de bilîzin û ezmûn û destkeftên me biparêzin û welatê xwe zêdetir geş bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez spasiya Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Dr. Viyan Silêman û hemû sekreter û serkirdatiya berê ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê dikim. Rêz û hurmeteke me ya mezin ji têkoşîna wan re heye. Her wiha hêviya berdewamî û serkeftinê ji endam, kadro û têkoşerên Yekîtiya Jinên Kurdistanê re dixwazim û hêvîdar im di dawiya vê kongreyê de serkirdayetiyek bihêz, jîr, têkoşer hilbijêrin, d aku bikarin li ser vê rêya pîroz berdewam bin û di asta daxwaza jinên Kurdistanê de bin.”