Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Hindistanê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 21.12.2023an pêşwazî li Konsulê Hindistanê yê li Hewlêrê Madan Gopal kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û ew warên ku dikarin li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê de kar li ser bên kirin, hatin gotûbêjkirin. Konsulê Hindistanê li Hewlêrê daxwaza pêşxistina pêwendiyên di navbera her du welatan de di warên pêgehandina karînên mirovî, çandî, teknolojî û pizîşkî de kir.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo serkirdeyên mezin ên Hindistanê yên weke Gandî û Nehro hebû ku di palpiştîkirina gelên bindest û aştî û pêkvejiyana cîhanê de rola wan hebû û ragihand, gelê Kurd rêzeke wan a taybet ji gelê Hindistanê û çanda piralî û pêkvejiyana Hindistanê re heye.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî kurteyek ji dîroka têkoşîna gelê Kurdistanê pêşkêş kir û Konsulê Hindistanê jî rola Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya ji bo azadîxwazî ​​û şerê li dijî terorîstan, bilind nirxand.