Pêşewa Hewramanî: Me li sala 2023ê bi Bexdayê re lihevkirnên baş hebûn lê wan pabendiyeka baş nebû

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Herêma Kurdistanê hemî daxwaziyên Hikûmeta Federalî bi cih anîne lê stem li fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye kirin”.

Îro (Pêncşem, 21ê Berçileya 2023ê) Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji K24ê re ragehand, “Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2023ê lihevkirinên baş bi Hikûmeta Federalî re hebûn lê wan pabendiyeka baş nebû, tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe bi cih anîne”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Li serê sala bê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li benda pabendiya temam a Hikûmeta Federalî ye û demkuştin êdî arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çare nake”.

Herwesa Pêşewa Hewramanî tekez kir, “Divê mûçe ji hemî pirsên dî bê cudakirin, hikûmet û xelkê Kurdistanê destan ji mafên xwe bernadin û mafê wan e ku sinorekî ji bo aramiya xwe dabinin”.