Zîde Mihemed: Niha amadekarî ji bo hinardekirina hêk û mirîşkan tên kirin

Zîde Mihemed
Zîde Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) – Birêvebera Giştî ya Pilandananê li Wezareta Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kuristanê ragehand, “Pilana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di kabîneya nehê de giringîdan bi pirrengkirina çavkaniyên dahatan e, çandin jî yek ji wan aboriyan e yên ku welat giringiyê pê didin”.

Birêvebera Giştî ya Pilandananê li Wezareta Çandinê ya Hikûmeta Herêma Kuristanê Zîde Mihemed ji K24ê re ragehand, “Di kabîneya nehê de, bername û pilana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giringîdan bi pirrengkirina çavkaniyên dahatan e, çandin jî yek ji wan aboriyan e yên ku welat giringiyê pê didin”.

Li dû gotinên Zîde Mihemed, “Piştbestin bi aborê çandinê di kabîneya nehê de pilankirî bû, lewma Hikûmeta Herêma Kurdistanê li destpêkê pirsgirêkên cotyaran destnîşankirin ji ber ku li salên borî cotyaran arêşeya berbazarkirina berhemên xwe hebû”.

Herwesa amaje da, “Me berhem û cotyar hebûn lê me arêşeya berbazarkirinê hebû, herwesa berheman jî kalitiyeka baş nebû, lewma hikûmetê û tîma Wezareta Çandinê rahênan bi hindek cotyaran kirin ji bo ku berhemên wan baş û bikalitî bin, paşî me bizav kir bazarî ji bo berhemên wan peyda bikin.

Ron jî kir, “Ew welatên ku berhev bûn wan berheman werbigirin, me berî hingê berhem jê re şandibûn. Yanî berî hinardekirinê, me hemî hêsankariyên qanûnî û kargêrî û ezmûngehî kiribûn”.

Behsa jî kir, “Par me hinar hinarde kirin, îsal jî me kar li ser hinardekirina pitat û hingivîn û sêvên Berwarî Bala kir. Yanî ev pirose serkeftî bû, lewma em dixwazin pilanên xwe berfirehtir bikin”.

Eşkere jî kir, “Niha berhevî ji bo hinardekirina hêk û mirîşkan tên kirin”.

Roja Çarşemê, 20ê Berçileya 2023ê, karwanê yekê yê sêvên Berwaî Bala li Herêma Kurdistanê ku ji pênc tonan pêk dihat hinardeyî Qeterê hat kirin û ev pirose dê berdewam be.

Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Hinardekirina sêvên Berwarî Bala bo Qeterê destpêkek e û ev pirose dê li paşerojê berdewam be”.