Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li parêzgeha Hesekê kire armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke Tirkiyeyê otomobîlek li parêzgeha Hesekê kire armanc û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Rewangehê belav kir, droneke Tirkiyeyê duhî otomobîlek ku 3 kes tê de bûn, li ser riya Heseke – Til Temirê de kire armanc, di encamê de kuştî û birîndar hene û ambulans ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Duhî jî, droneke Tirkiyeyê 2 gund li rojavayê Minbicê kiribûn armanc û di encamê de ziyanên madî gihiştibûn mal û milkên welatiyan.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, ji destpêka îsal ve Tirkiyeyê 106 êrîşên asmanî bi riya dronan li ser herêmên di bin kontrola “Rêveberiya Xweser” de pêk anîne û di encamê de 88 kes hatine kuştin û zêdetirî 95 kesan jî birîndar bûn.