Karwan Xoşnaw: Kurd û Suneyan hevsengiya hikûmeta Iraqê girtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Şirovekarekî siyasî dibêje: “Amerîka dikare roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de bilîze. Herwiha got: “Sûdanî hewl dide pirsgirêkan çareser bike, lê her tişt ne di destê wî de ye.”

Şirovekarê siyasî û pisporê karûbarên Amerîka Karox Xoşnaw ji K24ê re got: “Her çend Amerîka rizgarker û amadekerê Iraqa nû ye û di nivîsandina destûra sala 2005an de roleke sereke hebû, lê armancên Amerîkayê li Iraqê pêk nehatine.”

Got jî: “Amerîka Dikare weke çavdêr û navbeynkar ji bo cîbicîkirina destûr û rêkeftinên di navbera her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de kar bike. Amerîka dikare roleke mezin di çareserkirina pirsgirêkan de bilîze, ji ber ku dizane Herêma Kurdistanê erkên xwe yên li hember hikûmeta federal bicih anîne."

Amaje bi wê jî kir: “Hin aliyên ku hikûmeta niha ya Iraqê pêk anîne, ne ligel çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne. Kurd û Sune ji hikûmeta niha ya Şîe nîgeran in û eger di hikûmetê de nemînin, kabîneya niha ya Sûdanê dê hilweşe.”

Got jî: “Hinek şîeyên Iraqê alîgirê jenosayda aborî ya ku li dijî gelê Kurdistanê tê kirin, dikin. Eger ev siyaset li dijî gelê Kurdistanê bidome, Iraq dê têk biçe û desthilatdariya Şîe jî dê têk biçe.”

Derbarê rola Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Xoşnaw got: “Sûdanî karekterekî siyasî yê nerm û ciddî ye, hewl dide pirsgirêkan çareser bike, lê her çend e serokwezîr jî, lê ne her tişt di destê wî de ye.”