Pêleke berf û baranê li seranserê Bakurê Kurdistanê vegirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke berf û baranê li seranserê Bakurê Kurdistanê vegirtiye. Ji ber berfê rêyên bi sedan gundên Mûş, Çewlîg, Bidlîs û Colemêrgê hatine girtin û rêyên sereke yên navbera Çewlîg û Erzirom her wiha Qers û Erdexanê demên dirêj girtî man. Keşnasiya Tirkiyryê bo bajarên rojavayê Tirkiyê hişyariya ba û bahoz û egera rabûna derya û lehiyan, bo Bakurê Kurdistanê jî ji ber berf û sermayê, hişyariya egera bûyerên hatûçûnê dide.

Piştî barîna berfê li deverên bilind, niha jî pêleke berfbarînê li navenda bajarên Bakurê Kurdistanê vegirtiye. Ji şeva borî ve, ji Çewlîgê heta Colemêrg û Qersê berf karîgeriya xwe nîşan dide. Ji ber berfa zêde, li Colemêrgê, rêyên 34 gundan, li Mûşê yê 46 gundan, li Bidlîs û Çewlîgê jî rêyên 44 gundan hatine girtin. Her wiha rêyên sereke yên navbera Çewlîg û Erzirom; Erdexan û Qersê hatin girtin û ajokar di navê metirsiyeke cidî de man.

Ajokarê barhilgirê Gokhan Kizilirmak got: “Zivitan hat, rewşa ajokarên barhilgiran berbat dibe. Ez ji Azerbaycanê vedigerim. Di nava deh xulekan de qiyamet rabû. Piştî berf û pûkê em nekarîn hevrazê serkevin. Piştre tîm hatin xwê rijandin ku em karin berdewam bin.”

Li Şirnexê jî berf û baran û mij bo jiyana rojê zehmetî dirust dike. Li navçeyên wek Elbak û Qilebanê berfê rêyên gelek deveran girtiye. Ji ber mij û berfê balefirxaneyên Diyarbekir û Şirnexê bo demek ji firînê re hatin girtin. 

Li gundê Qamûşê yê Mûşê, ji ber barîna berfê pez li derve ase man û ku bi zorê gihiştin gund.

Ajeldar Abuzer Gungor dibêje: “Ji duh ve berf dibare û li navçeyê bandora xwe nîşan dide. Dema ez li çiya bûm berf barî û min û ajelan me zehmetiyeke mezin derbas kir. Niha hewl didim ajelên xwe bibim malê.”

Her wiha ji ber berfê gelek rûbar û deryayan jî qeşa girtin. Li gor zanyariyan pêla serma û berfê heta du rojên din jî dê karîgeriya xwe nîşan bide. Seqanasiya Tirkiyê ji bo bajarên rojavayên Tirkiyê hişyariya rabûna pêlên derya, ba û bahoz û lehiyan dide. bo bakurê Kurdistanê jî ji ber berfê hişyariya girtina rêyan û egera bûyerên hatûçunê dide.