Xiristiyanên Qamişlo: Em wek berê hest bi şahiya cejnê nakin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Xiristiyanên bajarê Qamişlo dibêjin, ji ber rewşa şer, xizmên wan koçber bûne û malbat wek berê li hev kom nabin, êdî ew wek berê hest bi şahiya cejnê nakin. Dikandarek dibêje, sal li dû salê tevgera kirîn û firotinê di cejna Krîsmasê de lawaz dibe.

Her çiqas Cejn e, lê li cem Ebû Sergon tiştek bi navê cejnê nemaye. Ew roja xwe bi hevalê xwe re li nava Qamişlo derbas dike, kesûkarên wî weke berê li dora wî nemane, lewma hesta wî bi cejnê jî weke berê nemaye.

Xiristiyanê ji bajarê Qamişlo Ebû Sergon dibêje: “Rast e cejin keyfxweşî ye û helkefteke mezin e li cem me, ji ber cejin bi wate hezkirin û aştî ye, lê ka cejin di gel vê bihabûnê û koçberiya  zarok me û hevalên me? Ew hemû derketine. Ew keyfxweşiya weke berê nemaye , kes li gora min nemaye, çûn û hatin nemaye.”

Li nava bajarê Qamişlo jî hin amadekariyên cejna Krîsmasê hatine kirin, lê ew qerebalixiya zêde li bazar nemaye. Dikandar dibêjin, ji ber bihabûnê, tevgera kirîn û firotin gelek lawaz bûye.

Beriya şerê li Sûriyeyê, hejmara Xiristiyanan li devera Cizîra Rojavayê kurdistanê di navbera 150 heta 180 hezaran de bû, lê li gor rêxistinên Xiristiyanan, niha hejmara wan nagihe 50 hezaran jî.