Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 20424 kesan

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara keştiyên Xezzeyê di êrîşên Îsraîlê de bilind bûye, tenê di 24 seetên borî de 166 kes hatine kuştin û 384 kes jî birîndar bûne.

Li gor ragehandina Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê li Filistînê, hejamra keştiyên Filistînê li Kertê Xezzeyê gehişt 20424 kesan û 54036 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Israîlê jî ragehand ku, êrîşên xwe bo ser başûrê Kertê Xezzeyê zêdetir kirine. Zêdebarî belavbûna nexweşiyan û birsê, welatiyên Xezzeyê cihên bisilamet ji bo xweheşardanê ji tirsên êrîşan de peyda nakin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, êrîşên xwe ji bo başûrê Kertê Xezzeyê veguhastine.

Amaje da wê yekê jî ku, ji destpêka êrîşa bejahiyê ji aliyê artêşa Israîlê bo ser kertê Xezzeyê ve, 152 serbaz hatine kuştin.

7ê Cotmeha borî, şerê navbera Bizava Hemasê û Israîlê ser hilda. Heta niha, zêdetirî 1500 Israîliyan hatine kuştin, herwesa zêdetirî 20 hezar Filistîniyan hatine kuştin û zêdetirî 50 hezaran jî birîndar bûne.