Serokê Herêma Kurdistanê Kirîsmisê li Kiristiyanan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta cejna bûna Hezretê Mesîh, Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Kiristiyanan dike.
Di pareka peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de hatiye, “Di vê cejnê de, em tekezê li ser çand û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê di pêkvejiyan û lêborîn û hevpejirandinê de dikin. Em welatiyên Kiristiyan û hemî pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Kurdistan dê wekî herdem welatê me hemiyan pêkve be”.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Ez Kirîsmisê, cejna bûna Hezretê Îsa (Silavên Xudê lê bin), li tevaya Kiristiyanan li Kurdistanê, Îraqê û cîhanê bi tevayî pîroz dikim. Ez daxwaza cejn û bêhinvedaneka aram û xweş ji wan re dikim.
Di vê cejnê de, em tekezê li ser çand û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê di pêkvejiyan û lêborîn û hevpejirandinê de dikin. Em welatiyên Kiristiyan û hemî pêkhatên olî û neteweyî piştrast dikin ku Kurdistan dê wekî herdem welatê me hemiyan pêkve be.
Gelê Kurdistanê bi hemî pêkhatên xwe ve pêkve qurbanî daye, xebat kiriye û zehmet kêşaye ji bo ku azad bijî. Em hemî pêkve qebxwazî û qeyranan derbaz dikin û pêxemetî paşerojeka baştir ji bo zarokên xwe xizmeta gel û welatê xwe dikin.
Kirîsmis li hemiyan pîroz be, her sal bi xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
24ê Berçileya 2023ê