Bakirhan: Eger hikumet ji dil be, em bo pêvajoyeke nû amade ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Dem Partî derbarê şer û pevçûnên dawîn de, bang kir ku eger hikumet ji dil be, ew bo pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê amade ne.

Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tuncer Bakirhan li Diyarbekir beşdarî Kongreya Ciwanan a Dem Partiyê bû û derbarê nirxandina rojevê de peyamên xwe parve kirin.

Bakirhan derbarê şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiyeyê û PKKê de got, ev 40 sal in bi reya şerî pirsgireka kurd nehatiye çareserkirin. Kesên jîyana xwe ji dest didin, ciwanen kurd, ereb û tirkin.

Got jî, ew kesên li aliyekî li ser mirina ciwanan digirîn û li aliyekî li ser cenazeyên wan siyasetê dikin, ne ji dil in. Bakirhan bang kir ku eger hikumet ji dil be, ew amade ne ku pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê bidin destpêkirin.