Piştîwan Sadiq ji Bexdayê re: Yan em cuda bibin yan jî mafên me li gor destûrê bicîh bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî Piştîwan Sadiq ragihand, ew hêvîdar in di sala nû de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin û ji Bexdayê re got: “Yan em ji hev cuda bibin, yan jî li gorî destûrê mafên me bicih bînin.”

Piştîwan Sadiq derbarê pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê de ji rojnamevanan re ragihand, beriya yasaya bûdceyê rêkeftinek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hebû, dema rêkeftin û proje derbasî parlamentoya Iraqê bû, mixabin hat guhertin.

Piştîwan Sadiq diyar kir, “Armanc ji guhartinê, biçûkkirina qewareya Herêma Kurdistanê û binpêkirina mafên destûrî bû. Niha jî ew bi wê şaşiyê hesiyane, çareserî jî guhertina yasaya bûdceyê û başkirina niyetan e.”

Herwiha got: “Lihevkirinek ji bo sererastkirina yasaya bûdceyê heye, lê em nizanin dê were cîbicîkirin yan na.”

Got jî: "Em hêvîdar in di sala nû de kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çareserkirin û baweriya me bi diyalogê heye. Eger pirsgirêk li gorî destûrê neyên çareserkirin, Iraq aramiyê nabîne.”

Diyar kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji çareserkirina pirsgirêkan, xemsar nebûye. Pêştir dihat gotin ku petrol di destê Bexdayê de be û mûçe ji Bexdayê bên, dê hemû pirsgirêk çareser bibin, ew hemû yek hate kirin jî, lê derket niyaza çareserkirina pirsgirêkan nîne”

Got jî: “Şandên Herêma Kurdistanê bi berdewamî diçin Bexdayê. Baweriya me bi guftûgoyê heye. Ew ne xêrê li me dikin, ew mafê me ye. Yan bila ji me bigerin em cuda bibin, yan jî bila mafên me li gorî destûr cibicî bikin.”

Wezîrê Ewqafê di berdewamiya axaftinên xwe de bi boneya jidayîkbûna Hezretî Îsa Mesîh pîrozbahiyên xwe pêşkêşî pêkhateya Xiristiyanan kir û got: “Em dilxweş in ku Kurdistan ji mêj ve bûye cihê pêkvejiyana olî û netewî.”

Herwiha got ku hemû pêkhateya Xiristiyanan li Herêma Kurdistanê û deşta Neynewa dê li dêrên qezaya Enkawa ya ser bi Hewlêrê ve cejna jidayikbûna Îsa Mesîh pîroz bikin.