Di êrişên Tirkiyeyê de 9 kes li Qamişlo û Kobanê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Tirkiyeyê îro bi riya dronan, hejmarek cih û saziyên xizmetkariyê li Qamişlo û Kobanê bombebaran kirin û hejmarek kes birîndar bûn.

Jêderekî ji Qamişlo ji K24ê re ragihand, droneke Tirkiyeyê îro ofîsa komkirina sotemeniyê ya “Sadkop” li taxa Alaya, Çaxpaneya Sîmav, kargeha êmê ajalan û derdora westgeha trênê li bajarê Qamişlo kirin armanc.

Li gorî zanyariyan, di encama wan êrîşan de, 7 welatî birîndar bûne.

Her îro danê sibê jî, dronên Tirkiyeyê kampanyeke û cihekî tamîrkirina otomobîlan li nava Kobanî bombebaran kirin, di encamê de 2 karker birîndar bûn.

Ev êrîş di demekê de ye, roja 23ê Berçile jî, firokeyên Tirkiyeyê westegha petrolê ya Seîdê û zeviya Ewdayê li Tirbesipiyê û navenda elektirîkê ya gundê Banê Şikeftê li Dêrikê bombebaran kiribûn.

Di wê derbarê de, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê belav kiribû, firokeyên Tirkiyeyê şeva 23ê Berçile 29 çeperên PKKê û YPGê li Başûr û Rojavayê bombebaran kirin.

Wezaretê dabû xuyakirin, ev êrîş ji bo tolhildana 12 leşkerên wan e ku di dema dawî de di şer û pevçûnên ligel PKKê de hatibûn kuştin.