Parêzgarê Silêmaniyê: Rawestandina geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de siyasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê da zanîn, ji bo destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de, ku ji meha Tîrmehê ve hatiye rawestandin, bi berdewam gotûbêjan dikin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di kongreyeke rojnamevanî de got: “Em bi berdewamî ligel dostan di gotûbêjan de ne, ji bo bidawîkirina vê rewşê, lê ev ne pirseke yasayî, îdarî û xizmetguzarî ye, belkû mijareke ewlekarî, leşkerî û siyasî ye.”

Heval Ebûbekir got jî: “Pêwîst e aliyên pêwendîdar bersiva vê rewşê bidin, ji ber ku Silêmanî cihekî aram e û firokexaneya wê jî sivîl e.”

Got jî: “Em dixwazin geştên asmanî bi Tirkiye re hebe û bi riya kompanyaya Turkish Airline Online re bikin. Ji ber vê yekê em bi konsolxaneyê re axivîn û em hewl didin ku geştên asayî yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve dest pê bikin.”

Ev yek piştî wê tê, Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Hindirên Hîwa ji K24ê re ragihandibû, Hikûmeta Tirkiyeyê rawestandina geştên asmanî ligel Firokxaneya Silêmaniyê heta 22-06-2024an dirêj kir.

Pêştir jî Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, rawestandina geştên asmanî ligel Firokxaneya Silêmaniyê, ji ber zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê vegerandibû.